Leyla Zana piştî çend salan li Newroza Amedê derket pêşberî gelê kurd...

Leyla Zana, li qada Neqroza Amedê, Newroza kurdên li her çar paçeyan, pêşengên gelê kurd Şêx Seîd, Qazî Mihemed, Seîdê Kurdî, Melayê Cizîrî û hwd. pîroz kir û got: “Ew koka me ne. Ez wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Zekiye Alkan bedena xwe da ber agir û rojên tarî ronî kir. Mazlum Dogan bi sê zilikên şixarteyê rojên reş ronî kir. Em tevek ronî kir. Ez wan tevan bi hurmet bi bîr tînim. Ez careke din dibêjim keda we sax be.” Bi domdarî Zana bal kişand ser têkoşîna Mele Mistefa Barzanî û ev tişt anî ziman: “Em bi fikrên kê şiyar bûn? Ji we dipirsim; em bi felsefe û fikrên Serok Apo hişyar bûn.” Destek olun, beğenin, paylaşın, yorum yazın, kanala katılın. / Piştgirî bidin, biecibînin, parve bikin, şiroveyan binivîsînin, beşdar bibin.